Kurdistan24
Nivîskar
PDK: Em amade ne bê merc ligel aliyên siyasî bicivin
"PDK bi wê yekê re ye ku rewşa Herêma Kurdistanê aram be û proseya siyasî li Kurdistanê aktîf bibe."
K24-Hewlêr
Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PKD) Hêmin Hewramî ragehand ku ew ligel aramiya rewşa Herêma Kurdistanê ne û amade ne danûstandinan bê merc ligel her çar aliyên siyasî bikin.
Derbarê civînên navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de Endamê Serkirdayetiya PDKê Hêmin Hewramî ji kanala K24ê re axifî û ragehand ku ew wek PDKê amade ne bê merc niha û berî hina jî danûstandinan ligel aliyên siyasî bikin.
Hewramî da zanîn ku çawa wan berî niha bi dilekî fireh neh civîn ligel her çar aliyên siyasî pêkanîbûn, niha jî û ji ber aramiya rewşa Kurdistanê amade ne berdewamiyê bi civînan bidin û got: "Şert û mercên me bo girêdana civînan nînin, herwiha çi şertan ji aliyên siyasî jî qebûl nakin."
Hewramî wiha dirêjî bi axaftina xwe da: "PDK bi wê yekê re ye ku rewşa Herêma Kurdistanê aram be û proseya siyasî li Kurdistanê aktîf bibe."
Derbarê serdana balyozên welatên biyanî bo ofîsa PDKê jî Hewramî, diyar kir ku wan berî niha serdana ofîsa PDKê kiribûn û piştgiriya xwe bo Herêma Kurdistanê di şerê wê yê li dijî terorê de nîşan dabûn, serdana wan a niha jî tekezkiribûn li ser heman helwêstê.