Kurdistan24
Nivîskar
Weqfa ÎHHê ji bo destpêka proseya aştiyê civiya
Weqfa Maf û Azadiyê ya Mirovan (ÎHH) li Stenbolê ji bo destpêka proseya aşitiyê gotûbêj bikin, bi nûnerên xwe yên li Bakurê Kudistanê re civiya.
K24 - Stenbol
Weqfa Maf û Azadiyê ya Mirovan (ÎHH) li Stenbolê ji bo destpêka proseya aşitiyê gotûbêj bikin, bi nûnerên xwe yên li Bakurê Kudistanê re civiya. Beşdaran diyar kirin ku bi çareserkirina pirsa Kurd re gelek kêşeyên din jî dê werin safîkirin.
Serokê Weqfa IHHyê Bulent Yıldırım li ser proseya aştiyê li gel nûnerên weqfê yên li Bakurê Kurdistanê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Yıldırım got, kolandina xendekan ne rast e, lê ew dixwazin polîsên ku mirovên bêguneh kuştine jî bên darizandin, di pêvajoya çareseriyê de gel muxatap bê girtin û heta şêwir bi gel neyê kirin pêvajoya çarseriyê dê dest pê neke.
Bulent Yıldırım wiha axifî: "Şertê ji nû ve destpêkirina pêvajoya çareseriyê bila ne çekdanîna rexistinê (PKK) be. Ev pirsgireka di navbera hêzan Tirk û rexistinêde ye. Lê partiya li meclîsê ku nûnertiya Kurdan dike bila muxatab bê girtin. Lê muxatabê herî mezin gel e."
17 nûnerên weqfê yên li bajarên Bakurê Kurdistanê beşdarî civînê bûn. Serokên Riha û Diyarbekîrê derbarê çareserkirina pirsa Kurd de fikrên xwe anîn ziman. Serokê Weqfa ÎHH yê Rihayê Behçet Atîla got: "Gelê me bi pêvajoya çareseriyê dilxweş bû, gelek hevî berhev kirin. Lê di vê dawiyê de gelek pirsgirêkên nû çêbûn. Em hêvî dikin ku ev jî dê bi dawî bibe."
Serokê Weqfa ÎHH yê Diyarbekîrê Veysî Çîçeklî jî wiha axifî: "Gelê me aştiyê dixwaze. Êdî bes e. Bila saziyên cîvakî yên sivîl muxatab bin û bila her kes destê xwe bixe bin kevir û ev pirsgirêk bên çareserkirin."
Di dawiya hevdîtinê de ku wê 2 rojan berdewam bike, ji bo destpêkirina pêvajoya çareseriyê raporek dê were amade kirin.