Gelo AK Partî dê kengî sozên xwe bi cîh bîne?

Parlementerên AKPê dibêjin ku dê karê wan ê destpêkê reform û demokratîbûn be.

Gelo AK Partî dê kengî sozên xwe bi cîh bîne?
Gelo AK Partî dê kengî sozên xwe bi cîh bîne?

K24 – Enqere

AK Partî di hilbijartinên 1’ê mijdarê de biqasî ku bi tena serê xwe bibe desthilatdar deng wergirt. AK Parti wê bernameya xwe ya hilbijartinê di demeke kurt de bicih bike.

AK Partiyê xebatên xwe yên li ser damezrandina hikûmetê temam kiriye. Hat ragihandin ku partiya navborî plana hikûmeteke reformsaz kiriye. Li gorî vê planê, wê alîkarekî Serokwezîr were erkdarkirin ku reforman kordine bike.  Reformên girîng wê di 3 mehên pêşî de werin bicihkirin.

Di vê derbarê de parlementerê AKPê yê Mêrsînê, Lûfût Elvan ji K24 re got:“Em ê di zûtirîn dem de, dest bi wan reforman bikin ku pêşiya Tirkiye’yê veke. Di plana me ya bernameya hikûmetê de, di prosesa 3 mehan de wê çi were kirin, kîjan serrastkirinên yaseyî dê werin kirin, em ê bi awayekî berfireh ji raya giştî re aşker bikin.”

Herwiha parlementerên AKP yê Girsunê, Nurettin Canilki jî diyar kir ku, bo sozên hilbijartinan bê kêmasî were bicihkirin wê demildest xebat destpê bikin û wiha berdewam kir: “Hemû sozên di bernameya hilbijartinan de hatin dayîn, ew dê werin bicihkirin. Karê pêşî yê parlamentoyê dê ev be. Girîngtirîn kar ew e ku destûra siwîl demildest were çêkirin.”

Parlamento wê gelekî bixebite ku sozên derbarî aboriyê, reform û demokratîkbûnê de werin bicihkirin.

Di nêrîna parlementerê Rihayê yê AKPê, Faruk Çelik jî “Ev heyam wê bibe heyama pêngavan. Hemû sozên hikûmeta me ew ên werin bicihkirin. Derbarê vê mijarê de bi damezrandina hikûmetê wê gav werin avêtin.”

Ak Parti, bo sozên xwe bicih bike, li benda damezrandina hikûmetê ye. Li gorî vê yekê di 17’ê Mijdarê de parlamenterên sond bixwun. Tê çaverêkirin ku rojekê piştî sondxwarinê, ango di 18’ê mijdarê de, lîsteya hikûmetê were aşkerekirin.