Kurdistan24
Nivîskar
Li Nisêbînê polîsan dayikek ducanî kuştin
Du zarokên wê jî bi giranî birîndar bûn, dema ku bi dayika xwe re dadiketin hewşa malê.
K24- Navenda Nûçeyan
Li kuçeya Başyurtê ya Nisêbînê dayikek ducanî bi guleya polîsan hat kuştin û du zarokên wên birîndar in.
Qedexeya hatin û çûnê li navçeya Nisêbînê derbasî roja sêyemîn dibe, polîs û leşker bi zirixpoşan li cade û kolanan belav in.
Li gor nûçeyên ku Nisêbînê hatine belavkirin, dema ku Selamet Yeşîlmen (dayika 5 zarokan) û 2 zarokên xwe ji kuçeya Başyurtê yên bi navê Fîkret û Sevcan ên 13-14 salî dadiketin hewşê, ji aliyê zirixpoşa polîsan ve hatin gulebarankirin.
Yeşîlmen ji ber giraniya birînên xwe li malê can ji dest da, kurê wê Fîkret bo beşda beşa lezgînî ya nexweşxaneya Nisêbînê hat veguhestin. Sevcan a biçûk jî bo Amedê hat şandin.