Li Cizîr û Nisêbînê 2 welatiyên sivîl hatin kuştin

Li Cizîra Navçeya Şirnexê ku şeva borî derketina kolanan hatibû qedexe kirin, li taxên qedexe şer çêbûn û di encam de kesekî 65 salî canê xwe jidest da, yek ji wan giran 5 kes jî birîndar bûn.

Li Cizîr û Nisêbînê 2 welatiyên sivîl hatin kuştin
Li Cizîr û Nisêbînê 2 welatiyên sivîl hatin kuştin

K24 - Diyarbekir

Li Cizîra Navçeya Şirnexê ku şeva borî derketina kolanan hatibû qedexe kirin, li taxên qedexe şer çêbûn û di encam de kesekî 65 salî canê xwe jidest da, yek ji wan giran 5 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên dawî îro 15 Mijdarê, beriya nîvro li navçeyê teqîn çêbûye û hêzên dewletê taxên qedxe bombe kirine. Di encam de kesekî 65 salî krîza dil derbas kiriye lê polîsan destûr nedaye ku bibin nexweşxaneyê û canê xwe ji dest daye. Li cizîrê qedexeya derketina kolanan piştî nîvro hat rakirin.

Ji aliyê din ve li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî ku 3 roj in derketina ji derve qedexe ye, şer û pevçûn çêbûn û jineke bi navê Selamet Yeşîlmen canê xwe jidest da û 2 zarokên wê jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku ji otomobîla zirxpoş a polîsan ew jin û zarokên wê hatine gulebaran kirin û Selamet jî bi 3 guleyên ku lê ketine canê xwe ji dest daye.