Seyîd Riza li Diyarbekirê hat bibîranîn

Ciwanên Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyeyê (PDK-T) salvegera darvekirina pêşewayê serhildana Dêrsîmê Seyîd Riza bibîr anîn.

Seyîd Riza li Diyarbekirê hat bibîranîn
Seyîd Riza li Diyarbekirê hat bibîranîn

K24 – Amed

Ciwanên Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyeyê (PDK-T) salvegera darvekirina pêşewayê serhildana Dêrsîmê Seyîd Riza bibîr anîn.

Ciwanên Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyeyê (PDK-T), îro 15 Mijdarê di salvegera darvekirina pêşewayê serhildana Dêrsîmê Seyîd Riza de ew bibîranîn û ragihandin ku doza azadiya Kurdistan bi nivşên nû didome.

Ciwanên Kurd, ragehandin ku ew di rêya Qazî Mihemed, Şex Seîd, Barzaniyê Nemir û Seyid Riza de doza serxwebûna Kurdistanê didomînin û hemû şehîdên wê dozê bi rêzdarî bibîr tînin.

Seyîd Riza, Pêşewayê serhildana Dêrsimê ya salên 1937 û 1938an bû. Di 15ê Mijdara 1937an de, bi 6 serkirdeyên din yên wilayetên Dersîmê re hate darvekirin.

Dewleta Tirk li Dersîmê di nav 2 salan de, jin û zarok jî di nav de bi 100 hezaran kesên sivîl kuştin. Yekem car li Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dema ku serokwezîr bû di 11ê Mijdara 2011an de, buyerên li Dêrsimê wek komkujî pênase kiribû û li ser navê dewleta Tirk lêborîn xwestibû.