Obama: Dê NATO derbeyên dijwartir li DAIŞê bide

Serokê Amerîkayê dibêje ku welatên NATOyê dê bi awayekî dijwartir li DAIŞê bide û dê bi riyên aştiyane krîza Sûriyê çareser bikin.

Obama: Dê NATO derbeyên dijwartir li DAIŞê bide
Obama: Dê NATO derbeyên dijwartir li DAIŞê bide

K24 – Navenda Nûçeyan 

Serokê Amerîkayê dibêje ku welatên NATOyê dê bi awayekî dijwartir li DAIŞê bide û dê bi riyên aştiyane krîza Sûriyê çareser bikin.

Serokê Amerîkayê Barack Obama di konferanseke rojnamevaniyê de ligel Serokomarê Tirkiyeyê Recep Teyyîp Erdogan li Antalyayê berî civîna G20'ê îro 15 Mijdarê, ragehand ku Tirkiyê hevkarekî girîng e di şerê li dijî DAIŞê de.

Herwiha Obama got ku, êrîşa li Parîsê hemberî xelkên bêguneh hatiye kirin û ev yek tê wateya êrîşê li dijî hemû mirovahiyê û heta aliyên berpirs pêşberî dadgehê neyên kirin, ew dê têkoşîna xwe bidomînin.

Obama amaje bi krîza penaberan jî kir û got ku welatê wî gelek alîkariyên mirovahî pêşkêşî penaberên Sûriyê kirine, herwiha alîkariya welatên ku pêşwaziya penaberan dike jî kirine. 

Lûtkeya G20 li Antalyaya Tirkiyê birêve diçe û dê heta 16ê mehê berdewam be.