Kurdistan24
Nivîskar
Li Efrînê Îslamiyên radîkal 7 basên sivîlan revandin
Rêxistinên Islamî yên radîkal li ser riya Heleb – Efrîn 7 basên sivîlên direvînin, Efrîn jî ketiye bin dorpêçeke tund.
K24 – Efrîn
Rêxistinên Islamî yên radîkal li ser riya Heleb – Efrîn 7 basên sivîlên direvînin, Efrîn jî ketiye bin dorpêçeke tund.
Rêxistinên Islamî (Eniya el-Nusra, Tevgera Ehrar el-Şam, Eniya el-Şamiyê) şeva borî, 14 Mijdarê, 7 basên sivîlên ji Efrînê li ser riya Heleb – Efrîn li gundê Dêr Cemal revandin.
Li gor ku peyamnêrê K24ê, hemû riyên Efrîn ( Darit Izê, Etmê û Ezazê) li pêş hatin û çûna sivîlan û bazirganiyê ji aliyê wan rêxistinên Islamî yên radîkal ve hatine birîn.
Li gor ku Serokê Desteya Navxwe ya Kantona Efrînê Hesen Bêrem ji peyamnêrê K24ê re ragehandiye, ew rêxistinên Isalmî daxwaza 5 endamên xwe dikin, ku li gor wan rêxistinan ew her 5 li Efrînê girtî ne.
Lê Bêrem da zanîn ku ti kes ji van 5 endamên wan rêxistinan li cem asayişa Efrînê girtî tune ne. Bêrem got jî ku sedema vê dorpçêkirinê “armanckirina ezmûna demokrasiyê” li Kantona Efrînê ye.
Bêrem ji peyamnêrê K24ê re diyar kir ku ew niha daxuyanekê guftûgo dikin derbarê welatiyên Kurd yên Heleb û Efrînê, bo derneketina ji herêmên xwe heya demeke din.