Kurdistan24
Nivîskar
Xurmatû: Pêşmerge û çekdarên Şîe digehin rêkeftinê
Dê welatiyên ku ziyan gehiştiye wan jî bên qerebûkirin.
K24- Xurmatû
Hêzên Pêşmerge û çekdarên Heşda Şeibî li qezaya Xurmatû rêkeftin,dê di warê aborî de alîkariya wan welatiyan jî were kirin ku di pevçûnên çend rojên borî de zerar gehiştiye wan
Li gor agahiyên peymanêrê me, dê Pêşmerge, çekdarên Şîe û îdareya Xurmatû li ser pêşkeşkirina alîkariya aborî bo welatiyên ku di rojên pevçûnan de ziyan gehiştiye wan, rêbikevin.
Roja 12ê Mijdarê piştî ku çekdarên Heşdî Şeebî xwestin bikevin qezaya Xurmatû di navbera wan û Hêzên Pêşmerge de alozî derket û heta niha jî berdewam e.
Peyamnêrê me diyar kir jî ku, ji destpêka aloziyan û heta niha, 8 welatiyên Kurd şehîd bûne û 20ê din jî birîndar bûne, herwiha 70 Kurdên din ji aliyê çekdarên Şîe ve hatine binçavkirin.
Lê li gor rêkeftina ku hatiye îmzekirin, çekdarên Şîe 35 welatiyên Kurd serbest berdan e.
Lê îro carek din çekdarên Şîe rêkeftin şikandin û welatiyekî Kurd şehîd kirin û yekî din birîndar kirine.
Bajarokê Xurmatû du beş e, piraniya daniştvanên aliyê rojhilat Turkmenên Şîe ne û hinek Kurd jî lê hene, piraniya aliyê rojava jî Kurd in û zêdetir pirsgirêk ji wan malan re tên derxistin ku di nav Turkmenan de ne.