Kurdistan24
Nivîskar
Brîtanya: Rizgarkirina Şingalê destkefteke mezin e
Şandeyeke ji Parlementoya Brîtanyayê dibîne ku, azadkirina Şingalê destkefteke gelek mezin e û ji bo civaka navdewletî û mirovahiyê “cihê girîngiyeke taybet e.”
K24 – Hewlêr
Şandeyeke ji Parlementoya Brîtanyayê dibîne ku, azadkirina Şingalê destkefteke gelek mezin e û ji bo civaka navdewletî û mirovahiyê “cihê girîngiyeke taybet e.”
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro,15 Mijdarê, pêşwazî li şandeyeke parlementoya Berîtanyayê kir.
Şandeya Brîtanî diyar kir ku, ew bi vê yekê gelek kêfxweş in ku di şerê li dijî terorê de hevpeymana Kurdistanê ye.
Şandeyê pîrozbahiya rizgarkirina Şingalê kir û diyar kir ku rizgarkirina Şingalê destkefteke gelek mezin e û bo civaka navdewletî û mirovahiyê cihê girîngiyeke taybet e.
Ji aliyê xwe ve Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî daxwaz kir ku di warê leşkerî û mirovî de zêdetir hevkariya Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge bê kirin. Da ku Pêşmerge karibin deverên din ên di destê “terorîstên DAIŞê” de azad bikin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî karibe baştir xizmeta penaberan bike.