Kurdistan24
Nivîskar
Amerîka ji avakirina Şingalê re amade ye
Şandeya Amerîkî ligel Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî civiya û serkefrina Pêşmerge li Şingalê bilind nirxand.
K24- Hewlêr
Wezareta Bergirî ya Amerîka azadkirina qeza Şingalê bi yek ji destkeftiyên hevahengiya Pêşmerge û Amerîka dide zanîn, amadebûna welatê xwe jî bo azadkirina wê qezayê radigehîne.
Êvara îro, 15ê Mijdarê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeyeke leşkerî û dîplomasî ya Amerîkî bi serokatiya cîgira wezîrê bergirî Christina Worms kir.
Şanedeya Amerîkî diyar kir ku, azadkirina Şingalê yek ji destkeftiyên hevahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û hevpeymaniya navdewletî û bi taybetî Amerîkatê de ye.
Di beramber de Serokwezîr Nêzçîrvan Barzanî got ku, pêwîstiya navçeyên ku tên rizgarkirin bi xizmetguzarî û avedaniyê heye.
Şandeya Amerîkî jî amadebûna xwe bo alîkarîkirin di avakirina Şingal û navçeyên azadkirî de anî ziman.