Parlamenterekî Sûrî: Encamên Vienayê erênî ne

Perlementerekî Sûriyê encamên civîna Viennayê bilind dinirxîne û dibêje ku wan ji zû de ew piroseya siysî pêşkêş kiribû.

Parlamenterekî Sûrî: Encamên Vienayê erênî ne
Parlamenterekî Sûrî: Encamên Vienayê erênî ne

K24 – Navenda Nûçeyan 

Perlementerekî Sûriyê encamên civîna Viennayê bilind dinirxîne û dibêje ku wan ji zû de ew piroseya siysî pêşkêş kiribû.

Perlementerê Sûrî Omer Osê îro, 15 Mijdarê bi riya telefone tevlî bultena K24ê bû û ragehand ku encamên hevdîtinên Viennayê erênî ne, herwiha got jî ku destpêka krîza Sûriyê de prosiyeke siyasî pêşkêş kiribû. 

Osê got jî, 5 welatên xwedî endam di Encûmena Asayişa Navdewletî de wê di mehekê de daxwaz ji welatên herêmê mîna Erebistana Siûdiyê û Tirkiyê bikin ku “alîkariya terorê nekin.”

Beşdabûyên civîna Viennayê li ser nexşeyeke demkî bo damezrandina hikûmeteke veguhêz di 6 mehan de, piştre jî di 18 mehan de çêkirina Hilbijartinên Giştî li Sûriyê rêkeftine.

Derbarê çarenivîsa Serokê Sûriyê Beşar Esed de, Osê diyar kir ku,  li ser hebûn û nebûna Esed, gelê Sûriyê dê nêrîna xwe bide. 

Osê got jî “Ez nabêjim ku rêjîm ne berpirsyar e, lê welatên Herêmê bêtir berpirsyar in ku alîkariya rêxistinên Îslamî li Sûriyê dikin.”