Siddik Eren
reporter
Bakurê Kurdistanê û Xweseriya Demokratîk
Partî û rêxistinên siyasî yên wek HDP, DBP, KCD û rêxistinên din ên alîgirên siyaseta nêzîkî PKKê piştgiriya sîstema xweserî ango Xweseriya Demokratîk dikin.
K24 – Diyarbekir
Li Bakûrê Kurdistanê, ji bo çareseriyê, bi pêşniyara Rêberê Partiya Karekerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan, xweseriya demokratÎk tê pêşniyar kirin. Yekem car Aysel Tuglûk ku wê demê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bû, di 14ê Tîrmeha 2011an de, Xweseriya Demokratîk ragihandibû û ji wê demê heta niha ew gengeşî didome.
Partî û rêxistinên siyasî yên wek, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), KCD û rêxistinên din yên alîgirên siyaseta nêzîkî PKKê piştgiriya xwe ji bo pergala xweserî, Xweseriya Demokratîk ango rêveriyên xweser îlan kirin.
Endamê Desteya Rêvebiriya KCDê Seydî Firat diyar kir ku xweserî, modeleke li dijî unîteriya Tirkiyeyê ye û daxwaza gel û welatiyan e ku xwe bi xwe bi awayê siyasî û aborî û ewlehî birêvebirin.
Di vê derbarê de Seydî Firat got: "Bêguman ev xweseriya demokratîk bi hikûmetê re jî, li Îmraliyê jî hatiye gotin. Divabû hîkûmet di vî warî de hinek guhartin di destûrê de bikira."
Piştî aloziyên ku piştî têkçûna proseya aştî û çareseriyê destpê kirin jî, çalakvanên PKKê yên nav bajaran ku xwe wek Tevgera Ciwanên Demokratîk yên Welatparêz (YDG-H) binav dikin jî pejirandin û parastina xweseriyan dikin.
Mihemed Alî Aydin ku Rêveberê KCDê ye jî got ku ew bi parastina yeksermayîna Dewleta Tirkiyeyê dixwazin parastin jî di nav de xwe bi xwe birêve bibin: "Di xwezaya mirovan de û di ya hemû giyanan de xweparastin heye. Lê ew nayê wê wateyê ku êrişî yekî-a din bike."
Rayedarên hikûmetê jî, car car bihêz irina rêvebriyên heremî erenî bibînin jî, lê dibêjin bi tu awayî, hêzên ewlehiyê û çekdar di nav wê pergalê de nayên qebûl kirin.