"Azadbûna Şingalê azadbûna hemû gelên Rojhilata Navîn e"

Şingal ji ber cografya xwe di qada siyaseta Rojhilata Navîn de cihekî girîng digire. Siyasetmedarên Tirk jî azadkirina Şingalê dinirxînin.

"Azadbûna Şingalê azadbûna hemû gelên Rojhilata Navîn e"
"Azadbûna Şingalê azadbûna hemû gelên Rojhilata Navîn e"

 

K24 – Enqere

Li Şingalê serkeftineke dîrokî hat bi destxistin û herêmeke girîng ji destê çeteyên DAIŞê hat azadkirin. Şingal ji ber cografya xwe jî di qada siyaseta Rojhilata Navîn de cihekî girîng digire. Siyasetmedarên Tirk jî azadkirina Şingalê dinirxînin.

Dengvedanên rizgarkirina Şingalê berdewam in. Serkeftina dîrokî wekî hemû Rojhilata Navîn, bandoreke siyasî li Tirkiyeyê jî kir. Serokwezîr Ahmet Davutoğlu ji bo operasyonê pîrozbahiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî kir û niha pirs ew e ku di qada siyasetê de Tirkiye operasyonê çawa dibîne.

Siyasetmedar Can Acun nêrînên Tirkiyeyê wiha dinirxîne: “Rizgarkirina Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve bû. Ev yek jî bo Tirkiyeyê dilxweşiyeke. Ya rast her çend aşkere nedikir jî Tirkiyeyê piştgiriya Pêşmergeyan her tim dikir.”

Akademisyen û Siyasetmedar Yasemin Ongel jî dibêje rizgarkirina Şingalê wê bandorên mezin li ser tevahiya Rojhilata Navin bike: “Azadbûna Şingalê azadbûna hemû gelên Rojhilata Navîn e. Ev geşedan, ji bo gelên bindest hêviyeke. Hem jî nîşan dide ku têkbirina DAİŞê mûmkin e û aktorê vê serkeftinê jî Kurd in."

Şingal, par di tebaxê de ji aliyê çeteyên DAİŞê ve hat dagirkirin û herwiha piştî wê prosesê zilm û xofên DAİŞê li herêmê rû dan, û piştî vê yekê hewldanên ji bo rizgarkirina Şingalê destpêkirin û di 13ê mijdarê de Şingal, ji aliyê Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ve hat rizgarkirin.