Kurdistan24
Nivîskar
Şingal: Termê 130 Kurdên Êzdî hat dîtin
Li Şingalê, du gorên bikom ên Kurdên Êzdî hat dîtin û te gotin ku di wan goran de herî kêm 130 term hene.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Şingalê, du gorên bikom ên Kurdên Êzdî hat dîtin û te gotin ku di wan goran de herî kêm 130 term hene.
Piştî azadkirina naçveya Şingalê du gorên bikom ên Kurdên Êzdî ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatine qetilkirin, hatin dîtin.
Derbarê mijarê de Qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji malpera PDKê re got: “Li gundê Gir Uzêrê yê Şingalê goreke bikom hat dîtin ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn qetilkirin.” Xelîl diyar kir ku di wê gorê de herî kêm 50 term hene ku tê gotin hemû zilam in.
Doh jî li Şingalê goreke bikom hat dîtin, tê gotin ku di wê gorê de jî cenazeyên 80ê Kurdên Êzîdî hene ku piraniya wan pîrejin in û ji aliyê DAIŞê ve hatine qetilkirin.
Roja Înê Hêzên Pêşmerge bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û bi piştgiriya balafirên Hevpeymaniya Navdewletî, di operasyoneke berfireh de, Şingal ji destê DAIŞê hat derxistin û Alaya Kurdistanê li qezayê hat bilindkirin.