Evîn Şikakî
Reporter
Operasyonên Fransayê li ser DAIŞê berdewam in
Opersyonên Fransayê di demekê de ne ku berî du rojan çekdarên DAIŞê êrîş birin ser bajarê Parîsê û di encam de 130 kes hatin kuştin û zêdeyî 300 kesên din jî birîndarbûn ku birîna 90î ji wan giran e.
K24- Navenda Nûçeyan
Wezareta Berevaniyê ya Fransayê ragehand ku firokeyên wan êrîş birine ser mezintirîn baregehên DAIŞê yên li Reqayê ku wek navenda rêxistina navborî li Sûriyê tê naskirin.
Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê Jean Yves Odrian duh (15.11.2015) ragehand ku firokeyên wan odeya serkirdayetiya DAIŞê û navenda perwedeya çekdarên wê kirye armanc, herwiha cebilxaneyên çek û teqemeniyan jî bombebaran kirye.
Odrian da zanîn ku 12 firokeyên welatê wî operasyonek li bajarê Reqayê pêkanîne, ji wan jî 10 firokeyên leşkerî bûn, herwiha di wê opersyonê de 20 bombe hatine bikaranîn û di encam de 20 navendên DAIŞê têk çûne.
Opersyonên Fransayê di demekê de ne ku berî du rojan çekdarên DAIŞê êrîş birin ser bajarê Parîsê û di encam de 130 kes hatin kuştin û zêdeyî 300 kesên din jî birîndarbûn ku birîna 90î ji wan giran e.
Di 30ê Îlona borî de Fransayê yekemîn car li Sûriyê bi firokeyên şer pêgeh û navendên DAIŞê bombardiman kirin.