Amerîka çekên din şandin ji opozîsyona Sûriyê re

Berî niha Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragehandibû ku ew dê stratejiyeke nû bo alîkarîkirina opozîsyona Sûriyê ya çekdar peyrew bikin.

Amerîka çekên din şandin ji opozîsyona Sûriyê re
Amerîka çekên din şandin ji opozîsyona Sûriyê re

 K24 - Navenda Nûçeyan

Amerîkayî barekî din ê çek û teqemeniyan ji şervanên Kurd, Ereb û Xirîstiyan ên Rojavayê Kurdistan û Sûriyê re şandin.

Berî niha Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragehandibû ku ew dê stratejiyeke nû bo alîkarîkirina opozîsyona Sûriyê ya çekdar peyrew bikin.

Di vê derbarê de berpirsekî Amerîkayê ragehand ku welatê wî barekî din ê çek û teqemeniyan ji hevpeymaniya Sûriyê ya bi navê Hêza Sûriyeya Demoratîk re şandiye ku li navçeya Holê (Başurê bajarê Hesekê) serkeftinên mezin bidest xistibûn.

Eve pêngava Amerîkayê ya duyem e piştî avakirina hêzeke hevgirtî ya ku ji Kurd, Ereb û Xirîstiyanan bi navê Hêza Sûriyeya Demokratîk hat pêkanîn û Amerîka jî bi mebesta şerê Ii dijî DAIŞê alîkarî û piştgiriya wan dike.

Wî berpirsê Amerîkayê da zanîn ku ew çek û teqemenî bi rêya bejayî derbasî Sûriyê bûne bêyî ku çawaniya derbaskirina wan eşkere bike.

Berî niha berpirsekî Amerîkî di 11ê Cotmehê de eşkere kiribû ku welatê wî barek çek û teqemenî bi rêya firokeyên corê C-17s ku ji 112 pakêtan pêk dihat ji hevpeymaniya xwe ya Sûrî re avêtine xwarê.