Kurdistan24
Nivîskar
Parlamenterên Tirkiyê sibe sond dixwin
Parlamentoya Tirkiyeyê sibê bi armanca sondxwarina parlamenterên dema 26emîn û hilbijartina serokê nû yê parlamentoyê dicive.
K24 – Enqere
Parlamentoya Tirkiyeyê sibê bi armanca sondxwarina parlamenterên dema 26emîn û hilbijartina serokê nû yê parlamentoyê dicive.
"Bi tementirîn parlamenter" Denîz Baykal ku 77 salî ye dê civînê bi rê ve bibe û 6 parlamenterên ku temenê xwe herî biçûk in, wek alîkarên serok di nava komîsyonê de wê cih bigrin. Di nav vê komîsyonê de 4 endamên HDPê 1 ê CHPê û yek jî yê AKP dê cih bigrin.
Piştî sondxwarinê dê navbereke dirêj bê dayîn û pêvajoya damezrandina hikûmeta nû ya Tirkiyeyê dest pê bike.
Li Tirkiyeyê hilbijartina giştî di 1ê çiriya paşîn de hatibû lidarxistin û AK Partî 317 Parlamenter, CHPê 134, HDPê 59 û MHPê jî 40 kursî bi dest xistibûn.