Kurdistan24
Nivîskar
Fermandarekî KCK daxwaza azadkirina Reqaya Sûriyê dike
Dibêje ku heta DAIŞ neyê tinekirin û Sûriye nebe demokratîk wê ewlehî li wî welatî çênebe.
K24- Navenda Nûçeyan
Serkirdeyekî Koma Civakên Kurdistanê (KCK) diyar dike ku, dem dema azadkirina Cerablus û Reqayê ye ji dest çekdarên DAIŞê.
Reqa û Cerablus du navçeyên herîm mezin ên Sûriyê ne ku di bin kontrola rêxistina DAIŞê ya radîkal de ne.
Endamê Konseya Rêveber a KCK, Sabrî OK îro, 16ê Mijdarê di hevbeyvînekê de ligel ajansa ANF behsa pêwîstiya azadkirina her du navçeyên Sûriyê kir û got: “Li gorî me, dem dema pêngavek li hemberî Cerablûs û Reqqayê ye.”
Sabrî Ok dibêje jî ku, pêwîst e hemû pêkhateyên Sûriyê bizanin ku “heta DAIŞ neyê tinekirin, dê her dem gef û metirsiya wê hebe.”
Derbarê krîza Sûriyê se jî, wî serkirdeyê KCK diyar kir ku “Heta ku Sûriye bi temamî azad nebe, li ser vê bingehê Sûriye demokratîk nebe, Kurd û hemû gelên li Sûriyeyê nikarin ewle bin.“
Li gor daxuyaniya OK, ji ber ku Tirkiyê dijminahiya Kurdan dike “êşên mezin ên mîna komkujiyên Enqere, Amed, Pirsûs û Parîsê rû didin.”