"Hebûna Pêşmergeyan garantiya dahatuya Kurdan e"

Tevgera Ciwanên Kurdistanê ragehand ku ji bo jinavbirina DAIŞê divê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî alîkariya zêdetir bidin Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê.

"Hebûna Pêşmergeyan garantiya dahatuya Kurdan e"
"Hebûna Pêşmergeyan garantiya dahatuya Kurdan e"

K24 – Navenda Nûçeyan

Tevgera Ciwanên Kurdistanê ragehand ku ji bo jinavbirina DAIŞê divê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî alîkariya zêdetir bidin Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê derbarê operasyona azadkirina Şingalê û êrîşên terorîstî yên Parîsê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ji bo jinavbirina DAIŞê divê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî alîkariya zêdetir bidin Pêşmergeyên Kurdistanê.

Di daxwiyaniya Tevgerê de wiha tê gotin: "Di bin fermandarîya Serokê Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî de Pêşmergeyên qehreman serkeftineke mezin bi dest xistin û Şingal ji terorîstên DAIŞê paqij kirin. Bê guman ev serkeftina girîng, wê bibe bingeha serkeftinên hê mezintir."

Di daxuyaniyê de tê gotin ku bi vê operasyonê careke din eşkere bû ku Pêşmerge çiqasî serkeftî ne û di şerê mirovîhîyê û hovên terorîst de şensekî mezin in ji bo mirovahiyê.

Daxwiyaniya Tevgera Ciwanên Kurdistanê wiha berdewam dike: ‘’Em ji bo vê serkeftinê hemû Pêşmergeyên qehreman û Serokê Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî ji dil û can pîroz dikin. Em eşkere dibêjin ku hebûna wan garantîya dahatuya Kurdan e. Di heman demê de em sersaxîyê ji malbatên şehîdan û ji hemû miletê Kurd re dixwazin. Xwedayê dilovan wan bi rehma xwe şad bike. Cihê wan behişta rengîn be.’’

Di daxuyaniya xwe de Tevgera Ciwanên Kurdistanê bal kişand ser êrîşên li Parîsê jî û ragehand, di rojeke ku di serî de miletê Kurd hemû miletên cihanê qala serkeftina Pêşmergeyan dikirin û bi vê serkeftînê kêfxweşbûn, xebereke nexweş ji paytexta Fransayê hat.

Tevgerê ji ber êrîşa li dijî sivîlan û mirina mirovên bêguneh dilgiriniya xwe anî ziman û ev êrîş şermezar kir. Tevgerê di dawiya daxuyaniya xwe de hêvî kir ku di zûtirîn dem de pirsgirêka terorê ya ku li serê hemû cihanê bûye bela biqede û bang li hemû hêzên navnetewî kir ku çekên giran ji Pêşmergeyan re bişînin.

Herwiha Tevgerê xwest ku ji bo şerê li dijî DAIŞê Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê, ku di rizgarkirina Şingalê de du şehîd dan, derbasî Rojava bibin.