Rejîma Sûriyê nexşeya hikûmeta veguhêz red dike

Rejîma Sûriyê nexşeyeke demkî bo pêkanîna hikûmeteke veguhêz red kir û ragehand ku mafê kesekî nîne dost be yan jî dijmin fermanên xwe li ser wan cîbicîh bikin

Rejîma Sûriyê nexşeya hikûmeta veguhêz red dike
Rejîma Sûriyê nexşeya hikûmeta veguhêz red dike

K24 - Navenda Nûçeyan

Rejîma Sûriyê nexşeyeke demkî bo pêkanîna hikûmeteke veguhêz red kir û ragehand ku mafê kesekî nîne dost be yan jî dijmin fermanên xwe li ser wan cîbicîh bikin.

Beşdarbûyên civîna Viennayê di 13ê Mijdarê de li ser nexşeyeke demkî bo pêkanîna hikûmeteke veguhêz di hundirê 6 mehan de, herwiha piştî 18 mehan jî li Sûriyeyê hilbijartinên giştî bên kirin, li hev kiribûn.

Wezîrê Lihevhatina Niştîmanî ya Sûriyê Elî Heyder duh (15.11.2015) ragehand ku awayên guhertina Sûriyê berpirsyariya welatiyên Sûriyê ye û diyar kir ku ew qebûl nakin  kesek dost be yan jî dijmin dema wan guhertinan li ser wan ferz bike.

Ji aliyekî din ve parlamenterê Sûrî Omer Osê bi rêya telefonê tevlî bultena K24ê bû û got ku encamên hevdîtinên Viennayê erênî ne û da zanîn ku ji destpêka krîza Sûriyê ve wan projeyeke siyasî pêşkêş kiribû. 

Derbarê çarenivîsa Serokê Sûriyê Beşar Esed de jî Osê diyar kir ku  li ser hebûn û nebûna Esed, gelê Sûriyê dê biryara xwe bide.