Amerîkayê ji bo cangoriyên Fransyayê şîn girêda

sê rojan li ser Koşka Spî û hemû dezgehên fermî li nav û derveyî wî welatî werin xwarê.

Amerîkayê ji bo cangoriyên Fransyayê şîn girêda
Amerîkayê ji bo cangoriyên Fransyayê şîn girêda

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîkayê Barack Obama biryar da  ku wek rêzgirtinekê li cangoriyên êrîşên Fransayê alayên xwe sê rojan li ser Koşka Spî û hemû dezgehên fermî li nav û derveyî wî welatî werin xwarê.

Berî niha jî serokê nû yê Encûmena Nûnerên Amerîkayê Paul Ryan ferman dabû ku Alaya Amerîkayê roja Yekşemê heta Pêncşemê wek rêzgirtinekê  bo cangoriyên Fransayê ku zêdeyî 350 kes hatibûn kuştin, were xwarê.

Wek tê zanîn Amerîka alayên xwe tenê ji bûyerên herî giring re tîne xwar wek kuştina welatiyên xwe yan jî mirina endamên Kongresê yên nû yan jî yên berê .

Di Tîrmeha borî  de Amerîkayê bo kuştina 5 leşkerên xwe li navendeka deryayî  alayên xwe anîbûn xwar.