Kurdistan24
Nivîskar
Li Şingalê 2 gorên bikom hatin dîtin
Gpra yekem li cem Peymangeha Teknîkî ya Şingalê hatiye dîtin.
K24- Şingal
Du gorên bi kom li Şingalê hatin dîtin, li gor agahiyan jî praniya hestiyên têde yên jin û zarokan e.
Piştî azadkirina Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve, heta niha 2 gorên bi kom hatine dîtin, li gor zanyariyên K24, di yek ji her du goran de hestî û pêstên 78 jin û kesên pîr têde bûn, di gora duyem de jî di navbera 50-60 hebûn, ew jî jin û zarok û kesên prî bûn.
Qasim Simêl, ku yek ji fermandarê Pêşmergeyan li Şingalê ye ji K24 re got ku, gorê yeke li nêzîk Peymangeha Teknîkî ya Şingalê hatiye dîtin.
Simêl diyar kir jî ku, di nava goran de porê jin û keçan hatiye dîtin, hestî û pêstên ku hatine dîtin jî amaje ne ku praniya hestî û pêstên ku di wê gora bikom de hatine veşartin ên zarok û jinan in.
Piştî ku çekdarên DAIŞê derbasî devera Şingalê bibiûn, gelek Kurdên Êzdî revandibûn, tevî ku gelek komkujî jî derheqê Kurdên navçeyên de kiribûn.
Roja 13yê Mijdarê jî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê devdera Şingalê bi temamî rizgar kirin, lê heta niha çarenivîsa gelek Kurdên Êzdî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin ne diyar e.