Kurdistan24
Nivîskar
Di şerê azadkirina Holê de “493” çekdarên DAIŞê hatine kuştin
Ji nav rêzên Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî qurbanî hen e
K24- Hol
Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk radigehîne ku, di şerê azadkirina Holê de 493 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk roj 13ê Mijdarê navçeya Holê (rojhilata Hesekê) ji dest çekdarên DAIŞê derxistine.
Berdevkê wê hêzê, Telal Silo di konferenseke rojnamevaniyê de îro, 16ê Mijdarê, li Holê amara şer ragehand.
Silo diyar kir ku, di şer û pevçûnan de 493 çekdarên DAIŞê hatine kuştin, ji nav rêzên Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî 33 kesan canê xwe ji dest dan e.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk, ku Amerîka piştgiriya wê dike, roja 12ê Cotmeha borî ji hevgirtina çend grûpên Kurd, Ereb û Xirîstiyan ên şerker hatiye avakirin.
Armanc ji avakirina wê hêzê, derkirina DAIŞê ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ye, heta niha jî Amerîkayê du caran çek û teqemenî ji wê hêzê re şandine.