Japonya 3 projeyên xizmetguzarî li Kurdistanê cîbicî dike

Ji wan projeyeke mezin li Helebce û Hewlêrê ye

Japonya 3 projeyên xizmetguzarî li Kurdistanê cîbicî dike
Japonya 3 projeyên xizmetguzarî li Kurdistanê cîbicî dike

K24- Hewlêr

Balyozê Japon li Iraqê, Fumio Niwa dibêje ku welatê wî bi çavê rêzê li Herêma Kurdistanê dinêr e û dê “3 projeyê xizmetguzariyê” jî bide destpêkirin.

Ev gotinên Fumio Niwa di çarçoveya serdana wî ya bo Hewlêrê de hat, ku ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîarvan Barzanî ve hatibû pêşwazîkirin.

Fumio Niwa got ku, Japon bi çavê rêzê li gelê Kurd û Herêma Kurdistnê dibêr e, ji bo ku tevî krîza aborî û şerê li dijî terorê navçe (Herêma Kurdistanê) aram maye.

Niwa azadkirina Şingalê bilind nirxand, sersaxî li malbatên şehîdan re xwest û hêviya başbûna birîndaran kir.

Balyozê Japonê amaje kir ku, welatê wî 7 milyar dolar bo avakirina Iraqê terxan kiriye, dê di nav de pişka Herêma Kurdistanê jî hebe.

Navborî eşkere kir jî ku dê Japon 3 projeyên xizmetguzarî li Herêma Kurdistanê çêbike “projeya ava Helebceyê, rêgarên Hewlêrê û bendava Dêrelugê.”