Kurdistan24
Nivîskar
Hollande: Mixabin..Fransî bi destê hin Fransiyên din hatin kuştin
Serokê Fransayê tekez dike ku dê welatê wî li ser şerê dijî terorê berdewam be.
K24- Navenda Nûçeyan
Serokê Fransayê, François Hollande derbarê bûyerên Parîsê de got: “Mixabin.. Hin kesên Fransî, Fransiyên din kuştin.”
Êvara Îna borî, çend êrîşên cuda li navçeyên Parîsê çêbûn, di encamê de 129 kesan canê xwe ji dest dan û 352 din birîndar in, rewaş 99an ji wan metirsîdar e.
François Hollande diyar kir ku, plana êrîşên Parîsê li Sûriyê ahatibû dariştin û ji Belcîkayê hatibû destpêkirin û bi alîkariya hin kesên Fransî hatibû bicîkirin.
Hollande mixabiniya xwe ji wê yekê anî ziman û got: “Hin kesên Fransî, kesên din ên Fransî kuştin.”
Derbarê helwesta Fransayê ji penaberan de, serokê wî welatî daxwaz ji Ewropayê kir ku “ksên hêja û guncayên penaberiyê” werbigre û jiyanek baş ji wan re peyda bike.
François Hollande tekez kir jî ku “Europa nikar e bijî bêyî ku bizane dê bandora krîzên derodê li ser hebe.”