Kurdistan24
Nivîskar
Putin: Alîkariyên darayî ji 40 welatî digehin DAIŞê
Daxwaz dike ku biryarên navdewletî yên derbarê nehiştina terorê de bên cîbicîkirin.
K24- Navenda Nûçeyan
Serokê Rûsyayê, Vladimir Putin dibêje ku ji 40 welatî alîkariya DAIŞê tê kirin.
Piştî bidawîhatina civîna G20 li Tirkiyê, Vladimir Putin di konferenseke rojnamevaniyê de bersiva pirsên rojnamevanan da.
Putin diyar kir ku di civînê de wan tekez li ser biryarên navdewletî yên derbarê çikandina çavkaniyên aborî yên terorê de kirine.
Navborî diyar kir jî ku ji wan re diyar bûye “piştgiriya darayî (ji terorê re) ji 40 welatî tê, hin welat jî endamên G20 ne.”
Ji 30ê Îlona borî ve, Rûsyayê dest bi operasyonên leşkerî li dijî DAIŞê li Sûriyê kiriye, rayedarên Moskoyê jî berdewam daxwaza avakirina hevpeymaniyek navdewetî û herêmî ji bo rûbirûbûna terorê dikin.