Kurdistan24
Nivîskar
HDP daxwaza betalkirina hilbijartinan dike
Alîkarê Hevserokên HDPê Meral Daniş Beştaş ragehand ku wan ji ber nebûna rewatiya hilbijartinan serî li Desteya Bilînd a Hilbijartinan dane.
K24 - Enqere
HDPê ji bo betalkirina hilbihartinan serî li Desteya Bilînd a Hilbijartinan da. Di gilînameyê de hat diyarkirin ku hilbijartinên giştî yên heyama 26em li dijî rêgezên “wekhevî” û “serbestî” hatine kirin.
Alîkarê Hevserokên HDPê Meral Daniş Beştaş ragehand ku wan ji ber nebûna rewatiya hilbijartinan serî li Desteya Bilînd a Hilbijartinan dane. Beştaş, di daxuyaniya xwe de amaje li nealîgiriya TRTê kir û sedemên serlêdana HDPê wiha rêz kir:
“Serokkkomar Recep Tayyip Erdoğan li dijî rêgeza bêalitiyê tevgeriya. Helwêstên serokkomar yên alîgir bandor li ser hilbijartinan kir, lê li gor destûra bingehîn ev yek qedexe ye. Piştî 7ê Hezîranê 2950 endam û rayedarên me hatin binçavkirin. Bi vê yekê herêmên ku rêjeya dengên me lê zêde bûn bi rêya tirsandina xelkê, serkeftina me hate astengkirin. Di 26 bajaran de rêjeya beşdarbûnê ket. Hê dengdayîn berdewam bû, zabitên vala hatin îmzekirin.”