Tirkiyê, îhaleya mûşekên Çînê betal kir

Ji ber ku Çînê di warê veguhestina teknolojiyê de pirsgirêk derxist Tirkiyeyê dest ji kirîna mûşekên wan berda û îhaleya bi wê re betal kir.

Tirkiyê, îhaleya mûşekên Çînê betal kir
Tirkiyê, îhaleya mûşekên Çînê betal kir

K24 - Enqere

Ji ber ku Çînê di warê veguhestina teknolojiyê de pirsgirêk derxist Tirkiyeyê dest ji kirîna mûşekên wan berda û îhaleya bi wê re betal kir. Ji dêvla mûşekên Çînê, Tirkiye wê bi xwe mûşekên xwe berhem bîne.

Tirkiye ev demeke dirêj e bo kirîna mûşekan bi Çinê re bazarê dike. Lê belê ji ber pirsgirêkên di warê veguhestinê de îhaleya mûşekan hat betalkirin.

Biryara betalkirina îhaleya ku bûdçeya wê 4 mîlyar dolar bû, ji aliyê Serokwezîr Ahmet Davutoğlu ve hat îmzekirin. Tirkiyeye daxuyakirin ku ew dê mûşekên xwe bi xwe berhem bînin.  

Hat ragehandin ku ji ber bendewariya Tirkiyeyê ya ji bo teknolojiya Çîne bi cih nehatiye û wê ew mûşekên Çînê di pergala parastina radarê ya NATOyê de neyê bi cih kirin, Tirkiyeyê ev biryar daye.