Evîn Şikakî
Reporter
Rûsya bi kuştina sivîlên Sûriyê tê tohmetbar kirin
Rêxistina Pizîşkan bo Mafê Mirovan (PHR) Rûsyayê bi kuştina welatiyên Sûriyê tohmet bar dike û ragehand ku firokeyên wê 16 êrîş birine ser dezgehên pizîşkî.
K24 - Navenda Nûçeyan
Rêxistina Pizîşkan bo Mafê Mirovan (PHR) Rûsyayê bi kuştina welatiyên Sûriyê tohmet bar dike û ragehand ku firokeyên wê 16 êrîş birine ser dezgehên pizîşkî.
Ji dema ku Rûsyayê (30ê Îlonê) dest bi êrîşên xwe yên esmanî li dijî pêgehên DAIŞê li Sûriyê kiriye, gelek rexne lê hatine girtin ku mebesteke wê ya veşartî li pey wî karî heye.
Di daxuyaniyekê de Rêxistina Pizîşkan bo Mafê Mirovan (PHR) (16.11.2015) raporek belav kir û tê de Rûsyayê bi kuştina welatiyên sivîl ên Sûriyê tohmetbar dike û radighîne ku ji dawiya Îlona borî ve firokeyên wî welatî êrîş birine ser 16 dezgehên pizîşkî di nav de jî nexweşxane û dibistan hene.
Derbarê vê yekê de Nûnerê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Vladimir Savroncov ew tohmet red kir û da zanîn ku tenê baregahên DAIŞê yên li Sûriyê dikin armanc û qebûl nakin kes li ser mafê mirovan siyasetê bike.
Li gor Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê, êrîşên wan ên li dijî DAIŞê bi rêya çekên herî pêşketî tên kirin.
Lê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, John Kerby, diyar kir ku “ji sedî 90ê wan êrîşan ne li dijî navçeyên DAIŞê yan grûbên ser bi wê ne.”
Firokeyên şer ên Rûsyayê ji firokexaneya Himêmîm ya Laziqiyê difirin û pêgehên DAIŞê li Sûriyê bombebaran dikin.