Kurdistan24
Nivîskar
Parlamentoya Tirkiyeyê bi bendewariyeke mezin vedibe
Parlamentoya Tirkiyeyê îro bi sondxwarinê dest bi heyama xwe ya nû dike. Piştî sondxwarinê serokê parlamentoyê dê were hilbijartin û xebatên avakirina hikûmetê destpê dikin.
K24 – Enqere
Parlamentoya Tirkiyeyê îro bi sondxwarinê dest bi heyama xwe ya nû dike. Piştî sondxwarinê serokê parlamentoyê dê were hilbijartin û xebatên avakirina hikûmetê destpê dikin. AK Partî vê heyama nû wekî heyama reforman bi nav dike û karê pêşî yê parlamentoyê jî wê destûra nû be.
Parlamento wê bo kar û xebateke têr û tije dest bi heyama nû bike. Rojeva pêşî ya Parlamento û hikûmeta nû wê “ destûra nû” be.
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Parlamenterê Karabûkê Mehmet Alî Şahîn di vê derbarê de got: “Niha destûreke nû dîsa di rojevê de ye…Pêdivî bi wê yekê heye ku destûra 1982an ji serî heta binî, bi awayekî sivîl û azadîperest were nivisandin.”
Parlamenterê HDPê yê Mêrdînê Mîthat Sancar li ser heman mijarê nerîna xwe wiha anî ziman: “Stratejiya me ya destûra nû heye, li gorî şertên nû em dê wê guncaw bikin. Rêbaz û naverok bi hevre têkildar in, ji hev qût nabin.”
Alîkarê Serokê Giştî yê MHPê û Parlamenterê Edeneyê Mevlut Karakaya jî wiha axifî: “Ev heyam, têr û tije û gelekî germ wê derbas bibe. Bi taybetî mijarên wek guhertina destûrê û prosesê wê mijarên herî germ ên vê parlamentoyê bin."
Cîgirê Serokê Koma CHPê Ozgür Ozel jî bi daxuyaniyeke niviskî ragihand ku eger destûra nû li gorî rêgezên azadîperest û demokratîkbûnê were nivisandin CHP dê li dijî wê dernekeve: “Em ê li ser pergala serokatiyê ku wê li Tirkiyeyê bibe cihê berberiyê û her çar xalên guhertina wan qedexe, nekevin niqaşan.”
Serokwezîr Ahmet Davutoğlu di bangewaziya xwe ya bo parlamenterên nû de, diyarkir ku Tirkiye wê li gorî yaseyên darbeyan birêve neçe. Davutoğlu got ew dê di hundirê 3 mehan de sozên xwe bi cih bînin û li gorî rêgeza jihevcudabûna erkan destûreke nû binivîsînin.