Kurdistan24
Nivîskar
Amerîka pêşwaziya penaberên Sûriyê nake
ew qebûl nakin penaberên Sûriyê werin veguhestin bo wilayete wan û got ew nikare jiyana welatiyên xwe bixe metirsiyê.
K24 - Navenda Nûçeyan
Piştî êrîşên DAIŞê bo ser Fransayê du wilayetên Amerîkayê ragehandin ku êdî pêşwaziya penaberên Sûriyê nakin.
Êvara Îna borî, çend êrîşên cuda li navçeyên Parîsê çêbûn, di encam de 129 kesan canê xwe ji dest dan û 352 kes jî birîndar bûn, herwiha rewûa 99an jî metirsîdar e.
Waliyê Wilayeta Alabama Bakur Robert Bentley doh (16.11.2015) ragehand ku ew qebûl nakin penaberên Sûriyê werin veguhestin bo wilayete wan û got ew nikare jiyana welatiyên xwe bixe metirsiyê.
Ji aliyê xwe ve Waliyê Wilayeta Michinanê Rick Snyder li ser heman mijarê diyar kir ku heta lêpirsînên Wezareta Navxweyî bi dawî nebin ew yek penaberî jî qebûl nakin.
Derbarê vê yekê de Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî yê Serokê Amerîkayê gotibû ku ew nikarin deriyê xwe li ber penaberan bigirin.
Di Îlona borî de Amerîkayê ragehandibû ku sala 2016an ew dê pêşwaziya 10 hezar penaberên Sûriyê bike.