Siddik Eren
reporter
Aqubeta Proseya Aştî û Çareseriyê li Bakurê Kurdistanê
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hewldana herî mezin ya 90 salên dawî ku hêviyên çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê peyda kir, proseya aştî û çareseriyê bû.
K24 – Diyarbekir
Proseya aştî û çaresseriyê ku piştî Newroza 2013an destpê kir û teqrîben 2 sal şer û pevçûnên navbera dewleta Tirk û PKKê rawestiyabûn, piştî 24ê Tîrmeha 2015an careke din bi destpê kirina aloziyan ciyê xwe ji bêaramiyê re hişt. Sedemên sernekeftina wê proseyê çibûn û proseyeke çawa dikare bi serkeftî çareseriyan bi xwe re bîne, siyasetmedar û hûqûqnas bersiva vê pirsê didin. Siyasetmedar ji hev cuda bifikirin jî, pêdiviya proseyeka çareseriyê misoger dibînin.
Her çiqas biserneketibe jî, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hewldana herî mezin ya 90 salên dawî ku hêviyên çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê peyda kir, proseya aştî û çareseriyê bû.
Herdû alî, rayedarên Dewlet û Hîkûmeta Tirkiyeyê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hevûdû tawanbar bikin jî şer û alozî, xeteriyên mezin bo herdû aliyan jî, bo hemû civakê jî peyda dike.
Serokê Partiya Adalet û Geşepêdanê (AKP) yê Diyarbekirê Mihemed Dara Akar, ragehand ku AK-Partî li Tirkiyeyê ew hişmendiya ku red û înkara Kurdan dikir rakiriye û bi hewldana Osloyê û piştre jî bi Proseya Aştî û Çareseriyê xwestiye pirsa Kurd çareser bike. Lê PKK an KCK hêzên xwe yên nav Tirkiyeyê venekişandine berovajî zêdetir kirine û pergal û pratîkên xweseriya demokratîk sazûman kirine.
Akar diyar kir ku pirsa Kurd bi pergala serokatî an jî parlamenterî ve ne girêdayî ye û HDPê bi dijîderketina pergala serokatiyê jî xeterî li ser proseyê peyda kiriye: "AK Partî, dibêje di serî de, em destûra bingehîn a li Tirkiyeyê biguherînin û bi çaksaziyên demokratîk, siyasî, hûqûqî û dadî destûreke nû çê bikin. Piştre jî bi wan reforman pirsa Kurd bi temamî çareser bikin."
Şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di proseyê de ji bo berhevanîna agahî û helwestên Rayedarên Qendîlê, Abdulah Ocelan û siyaseta heremî erkek wergirt.
Parlamenterê HDPê yê Diyarbekirê Ziya Pîr, ji biserneketina proseyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan berpirs nîşan da û ragihand ku piştî serokkomar nikarî pergala serokatiyê bîne, heyfa xwe ji Kurdan distîne: "Em dizanin ku di nav AKPê de kesên dilxwazê pêkhatina aştî û çareseriyê hene. Em car bi car bi wan re dipeyîvin. Divê em careke din bi wan kesên bi wijdan yên nav AKPê rê li ser maseya aştî û çareseriyê rûnin."
Hûqûqnasên Kurd jî dibêjin di proseya aştî û çareseriyê de, hêviyên herdû aliyan ji hev cuda bûne û dewletê xwestiye, serhildana li beramber xwe bitefîne û hinek mafên civaka Kurd jî bi vê proseyê nas bike, lê aliyê Kurd, meseleyê wek pirsa Miletê Kurd û erdnigariya Kurdistan bi azadî bikare bijî dibîne. Mihemed Emîn Aktar, diyar kir ko dewletê proseya aştî û çareseriyê li gor dilê xwe birêve biriye û ji şanda ku biçe Girava Îmraliyê heta çûna wextê wan ji aliyê hikûmetê ve hatiye diyar kirin.
Aktar da zanîn ku, ji ber serkirdeyên Kurd ên siyasî, bi xetên cuda re pêywendîdar in jî bandorên neyînî li ser proseyên wiha dike: "Divê Dewleta Tirk rastiya miletê Kurd û axa wan Kurdistanê di serî de qebûl bike. Bibêje Kurd milet in û welatê wan Kurdistan e û mafên wan heye. Bi vê hişmendiyê bi nûnerên wan re hevdîtinan bike û li çareseriyan bigere an na çareserî çênabe."
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Bakur (PDK-Bakur) jî diyar kir ku heta şer û alozî hebin, proseyên çareseriyê jî nikarin biser bikevin û bal kişand ser wê yekê ku proseyeke xwedî îdiayên aştî û çareseriyê be divê hemû aliyên civakê di nav de cîh bigrin.
Bucak, da zanîn ku dewletên heremê ji destkefên Kurdan nerazîne û loma jî dibin asteng: "Divê, saziyên navdewletî yan jî dewletên demokratîk bibin çavdêrên proseyên wiha. Di têkçûna proseyê de sedemekemezin, destwerdana dewletên cîran bi taybet Îranê heye. Îran naxwaze pirsa Kurd li Rojava û Bakurê Kurdistanê bi aştiyane çareser bibe, ji ber bandora erênî ya proseyê li ser Başûrê Kurdistanê jî hebû. Îran li dijî serxwebûna Başûrê Kurdistanê ye."
Partiya Komarî ya Gel (CHP) jî da zanîn ku divê pirsên wiha bi cidiyet bên meşandin û li gor nêzikayiyên partiyekê na, li ser zemîneke destûrî bên gengeşe kirin. Berdevkê CHPê yê Şaxê Enqereyê Nacî Sapan diyar kir ku divê di proseya nû de ligel aktorên berê, yên nû jî bi awayekî demokratîk cîh bigrin: "CHP dibêje proseyên wiha divê li parlamentoyê bên birêvebirin û li ser zemînên destûrî bi rêbazên demokratîk bên minaqeşekirin û çareserî bên dîtin."
Hê wek fermî nehatibe eşkere kirin jî, hikûmeta Tirkiyeyê, hewldana proseyeke nû ya aştî û çaresriyê dike. Li gor agahiyan eşkere, tê ragihandin ku, operasyonên li beramber PKKê dê bidomin, lê bi partî û saziyên siyaseta sivîl re jî ew prose dê were meşandin.