Welatiyên Enqereyê bi azadkirina Şingalê kêfxweş in

Destana Şingalê li bajarên Tirkiyeyê jî bu cihê serbilindiyê. Kurdên li Enqereyê dijîn, bi dilgermî pêşwazî li azadkirina Şingalê kirin.

Welatiyên Enqereyê bi azadkirina Şingalê kêfxweş in
Welatiyên Enqereyê bi azadkirina Şingalê kêfxweş in

K24 – Enqere

Azadkirina Şingalê bexteweriyeke mezin li ba hemû Kurdistaniyan çêkir. Destana Şingalê li bajarên Tirkiyeyê jî bu cihê serbilindiyê. Kurdên li Enqereyê dijîn, bi dilgermî pêşwazî li azadkirina Şingalê kirin.

Kurdên li Enqerê dijîn her çend durî axa Kurdistanê bin jî serkeftina Şingalê di dilen xwe de his dikin û kêfxweşiya xwe wiha tînin ziman: "Em gelekî kêfxweş in wek Kurdistanî, birastî jî dîroka mirovahiyê di Şingalê de diyar dibî."

Hinek welatî jî bo pêşerojeke azad û mirovahiyê paqijkirina DAIŞê ya li Rojhilata Navîn gelekî girîng dibînin. Welatiyekî din wiha dibêje: "Ez bawer im ku heta DAIŞ bi temamî neyê paqijkirin  ev têkoşîna hêzên Kurdistanî dê berdevam bike. Serkaftinên Pêşmergeyan ên bi vî rengî dê berdewam bikin û em ê di demeke nêzîk de ber bi Kurdistaneke azad ve biçin."

Welatiyeke jin jî nerînên xwe wiha tîne ziman: "Min Şingal nebihîstiye, lê têkçûna çeteyên DAİŞê ji bo  min kêfxweşiyeke. DAIŞ, divê li hemû deveran bê paqijkirin. heta, ne tenê paqijkirin, pêwîste koka wan bê kolandin."

Eşkere ye ku serkeftina li hemberî DAİŞê li ba welatiyên Enqereyê jî arambûnek çêkiriye. Wekî tê zanîn piştî teqîna Enqereyê hêrsa bo DAIŞê bi awayekî berbiçav mezin bûbû û xebera ji Şingalê hat bû sedema şahiyeke mezin.