Kurdistan24
Nivîskar
Obama: Egera şandina hêzeke bejayî bo Sûriyê dûr e
dibêje, ew dê operasyonên esmanî yên li dijî DAIŞê zêdetir bikin
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokê Amerîkayê Barack Obama egera şandina hêzeke bejayî ya welatê xwe bo Sûriyê dûr û şaş dibîne û dibêje, ew dê operasyonên esmanî yên li dijî DAIŞê zêdetir bikin.
Serokê Amerîkayê Barack Obama di civîna G20 a Tirkiyê de ku roja (16.11.2015)ê birêve çû, ragehand ku ew dê li ser stratejiya xwe ya li dijî rêxistina DAIŞê li Iraq û Sûriyê berdewam bin.
Derbarê şandina hêzeke bejayî de bû Sûriyê Obama, da zanîn ku leşkerên welatê wî yên herî bihêz û bi ezmûn in di cîhanê de lê egera şandina hêzeke bejayî ya welatê xwe bo Sûriyê dûr û şaştiyeke mezin dibîne.
Lûtkeya G20ê li Antalyaya Tirkiyeyê di 14ê Mijdarê de dest pê kir û duh 16ê Mijdarê bi dawî bû.