Kurdistan24
Nivîskar
DAIŞ çawa wiha bihêz bû û dê helwêsta cîhanê çi be?
Êrîşên herî dawî yên DAIŞê li Parîsê bûn û di encam de 133 kesan cane xwe ji dest da. Ew kiryara ku li navenda Ewropayê hat kirin, dinya hemû hejand.
K24 – Enqere
Êrîşên herî dawî yên DAIŞê li Parîsê bûn û di encam de 133 kesan cane xwe ji dest da. Ew kiryara ku li navenda Ewropayê hat kirin, dinya hemû hejand. Pirs ew e ka dê ji niha û şûnde dewletên Ewropayê li dijî DAIŞê çi bikin?
Di 14ê Mijdarê de dinya bi teqîna Parîsê hejiya, kiryarên çeteyên DAİŞê yên qirêj îcar li Parîsê rû da û di encama êrîşan de 133 kesan canê xwe ji dest da û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Akademîsyen Sibel Ozbudun dibejê ku DAIŞ êdî ji kontrole derketiye û berpirsê wê jî dewletên emperyalîst in: “DAIŞ, heta niha bi piranî li erdnîgariya Kurdistanê, li gelek deverên Rojhilata Navîn bû sedema mirinan, lê mixabin dema ku kuştin li Ewropayê çêdibin nerazîbûna dinyayê zêdetir dibe, dewletên emperyalîst DAIŞ derxistin holê û niha jî di nav aloziyê de man, ji niha û pê de wê hewl bidin ku wê paqij bikin.”
Rojnameger û nivîskar Fehim Işık jî dibêje Emerîka û dewletên Ewropayî ji pêşî heta niha li dijî DAİŞê tevdigerin lê dewletên Rojhilata Navîn ji ber dijminahiya Kurdan DAIŞ bihêz kirin.
Işık diyarkir ku ev çalakiya DAIŞê ya dawî nişan dide ku dawiya wê nêzîk bûye: "Di sala 2002an de jî piştî ketina Emrikayê jî li wir têkçûnek çêbû, di wê têkçûnê de jî disa êrîşên vi wî rengî hatin kirin. Baweriya mine ew e ku her DAİŞ têk diçe wan çalakiyan dike. Û qetlîmên bi vî rengî jî zêdetir dibin."
Piştî êrîşên Parîsê Wezareta Berevaniyê ya Fransayê ragehand ku firokeyên wan êrîş birine ser mezintirîn baregehên DAIŞê yên li Reqayê ku wek navenda rêxistina navborî li Sûriyê tê naskirin.