Nesredîn Seîd: Hebûna PKKê li Şingalê metirsî ye

divê ew hêzên li hember hatina Heşdî Şeebî bo nav axa Kurdistanê bêdeng bûn, bi helwêstên xwe de biçin.

Nesredîn Seîd: Hebûna PKKê li Şingalê metirsî ye
Nesredîn Seîd: Hebûna PKKê li Şingalê metirsî ye

K24 – Hewlêr

Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî yên Derveyî Herêma Kurdistanê Nesredîn Seîd got ku divê ew hêzên li hember hatina Heşdî Şeebî bo nav axa Kurdistanê bêdeng bûn, bi helwestên xwe de biçin.

Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî yên Derveyî Herêma Kurdistanê Nesredîn Seîd tekez kir ku divê ew hêzên li hember hatina Heşdî Şeebî bo nav axa Kurdistanê bêdeng bûn, bi helwêstên xwe de biçin.

Di hevpeyvînekê de ligel rojnemaya Basê, Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî yên Derveyî Herêma Kurdistanê Nesredîn Seîd derbarê ji nû ve avakirina Şingalê û hatina çekdarên Heşdî Şeebî bo nav axa Kurdistanê de axifî.

Seîd da zanîn ku salek û 3 meh in DAIŞê Şingal wêran kiriye, beşek mezin a navçe û derdora Şingalê hatiye xirakirin û got: ‘’Ji bo ji nû ve avakirina Şingalê, divê Hikûmete Kurdistanê, ya Bexdayê û Neteweyên Yekbûyî destê xwe bixin bin kevir û tiştekî bo Şingalê bikin. Ji ber ku ji bo avakirina Şingalê bi milyonan dolar dahat pêwîst dike.’’

Nesredîn Seîd diyar kir ku berî niha wan projeyek pêşkeşî hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye û xwestine li herêmên ne di bin kontrola îdareya Kurdistanê de, serjimêrî bê kirin û zirar û ziyana ku li van deran gehiştiye welatiyan bê tespît kirin.

Seîd diyar kir ku eger rewşa ewlekariyê baş bibe, herêm ji bombe û xeteriyan bê paqijkirin û aramiyek peyda bibe dê piraniya xelkê Şingalê careke din bikarin vegerin ser mal û milkên xwe.

Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî yên Derveyî Herêma Kurdistanê bal kişand ser wan herêmên ku Heşdî Şeebî lê hene û wiha pêde çû: ‘’Çawa ku metirsî be hêzên Heşdî Şeebî li navçeyên Hêzên Pêşmerge bin, herwiha metirsiye ku hêzên PKKê jî li Şingalê bin. Beriya 6 mehan me ji berpirsên hikûmetê re got ku divê çekdarên Heşdî Şeebî li herêmê nemînin.’’

Nesredîn Seîd got ku divê ew hêzên çavê xwe ji bo hatina Heşdî Şeebî girtine û rê dane wan, piştî rûdanên Xurmatû bi helwêsta xwe de biçin. Seîd, herwiha da zanîn ku ji sedî 96ê navçeyên Başûrê Kurdistanê di bin kontrola Pêşmerge de ne.