Elmanya dê li ser piştgiriya Pêşmergeyan berdewam be

Wezareta Derve ya Elmanyayê ragehand ku ew dê li ser piştgiriya Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ku şerê DAIŞê dikin berdewam bin.

Elmanya dê li ser piştgiriya Pêşmergeyan berdewam be
Elmanya dê li ser piştgiriya Pêşmergeyan berdewam be

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Elmanyayê ragehand ku ew dê li ser piştgiriya Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ku şerê DAIŞê dikin berdewam bin.

Di civîna  Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewrpayê (YE) ku doh (16.11.2105) li Brukselê birêve çû, Wezîrê Derve yê Elmanyayê Frank Walter Steinmeier got ku welatê wî dê li ser piştgiriya Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam be.

Steinmeier, tekez kir ku welatê wî dê di şerê li dijî DAIŞê de jî berdewam be. Wezîrê Derve yê Elmanyayê diyar kir ku çawa hinek welat hene piştgiriya operasyonên esmanî yên li dijî DAIŞê dikin, divê piştgiriya wan kesên li ser erdê jî şer dikin were kirin.

Derbarê çekên Elmanî yên di destê Pêşmergeyan de jî Steinmeier eşkere kir ku Hêzên Pêşmerge bi hebûna çekên Elmanî yên pêşkeftî karîne bervaniya xwe bikin, herwiha navçeyên xwe ji DAIŞê rizgar bikin.