Evîn Şikakî
Reporter
Rûsya: Ketina firokeya li Misrê kiryareke terorî bû
Grûba bi navê “Wilayeta Sînayê” ku xwe ser bi rêxistina DAIŞê dide nasandin, ragehandibû ku wan ewe w firoke xistiye xwarê.
K24 - Navenda Nûçeyan
Rûsyayê ragehand ku sedemên ketina firokeya wê ya bazirganî li Misrê kiryareke terorî bûye ku di bûyerê de 224 kesan canê xwe ji dest dabûn.
Di 31ê Cotmehê de, firokeyeke bazirganî ya Rûsî ku 224 kes tê de bûn a corê (Airbus) li sînorê bajarê Sîna ket xwarê, piştî ketina firokeyê Rûsyayê geştên xwe yên esmanî bo wî welatî rawestandin.
Di daxuyaniyekê de Asayîşa Navendê ya Rûsyayê îro (17.11.2015) ragehand ku sedema ketina firokeya welatê wan kiryareke terorîstî bû.
Derbarê vê yekê de Serokê Rûsyayê Vilademir Putin soz da ku ew dê hemû berpirsên ketina firokeyên li çi cihî be bibîne û wan ciza bike.
Grûba bi navê “Wilayeta Sînayê” ku xwe ser bi rêxistina DAIŞê dide nasandin, ragehandibû ku wan ewe w firoke xistiye xwarê.