Kurdistan24
Nivîskar
Yezdanpena: Plana Îranê kontrolkirina Kerkûkê ye
Cîgirê Serokê PAKê Hisên Yezdanpena diyar kir ku destê Îranê di tevlîheviya li navçeya Xurmatû de heye û got: "Pasdarên Îranê raste rast serpereştiya Heşdî Şeebî dikin."
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Serokê PAKê Hisên Yezdanpena diyar kir ku destê Îranê di tevlîheviya li navçeya Xurmatû de heye û got: "Pasdarên Îranê raste rast serpereştiya Heşdî Şeebî dikin."
Cîgirê Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Fermandarê Pêşmergeyên PAKê Hisên Yezdanpena ji BasNewsê re axivî û got: "Îran weke destpêkekê dixwaze dest bavêje başûrê Kerkûkê û Xurmatû dagir bike."
Yezdanpena wiha axifî: "Îran bi destê Hêzên Pêşmerge azadkirina Şingalê nerehet e. Ev êrîşên Xurmatû jî bersiva Îranê bo operasyona azadkirina Şingalê ye."
Hisên Yezdanpena da zanîn ku fermandarên payebilind ên Artêşa Qudis a Îranê û Pasdarên Îranê bi awayekî rasterast serpereştiya operasyonên Heşdî Şeebî dikin û ewên ku li Xurmatû jî êrîşan dikin ew bixwe ne.
Navbirî herwiha got ku Artêşa Qudisê li ser avahiyên bilind ên Xurmatû 23 sekvanên qenas bi dest bicîh kirine û çaverêya pêşhatinên nevbera Heşdî Şeebî û hêzên Kurdan dikin.
Yezdanpena îdîa kir ku plana mezin ya Îranê ewe desthilata xwe ya li ser Kerkûk û Mûsilê zêde bike û van bajaran bixe bin kontrola xwe.