Li Stenbolê li dijî DAIŞê operasyon

Li Stenbolê Tîmên Şaxa Rêveberiya li dijî Terorê di rojên borî de li ser malekê operasyon kiribûn û di wê operasyonê de 6 kes hatibûn binçavkirin.

Li Stenbolê li dijî DAIŞê operasyon
Li Stenbolê li dijî DAIŞê operasyon

K24 – Stenbol

Li Stenbolê Tîmên Şaxa Rêveberiya li dijî Terorê di rojên borî de li ser malekê operasyon kiribûn û di wê operasyonê de 6 kes hatibûn binçavkirin. Hat tespitkirin ku têkiliya 6 kesên ku hatine girtin bi alikarê serokê DAIŞê Ebubekir El Bagdadî re heye.

Hêzên ewlekariyê yên Tirk, li navçeya Sîlîvriya Stenbolê hefteya borî bi ser malekê de girtibûn. Di opersyonê de 3 Surî, 2 Ingilîzî û yek jî Lubnanî bi tevahî 6 kes hatibûn desteserkirin.  Tîmên TEMê li ser komputer û telefonên qumanbaran lêkolineke berfireh kirin.

Di lêkolînê de hat tespit kirin ku, tekiliya 6 kesan bi alikarê Ebubekîr El Bagdadî, Muhammed Emwazi re heye. Hat zanîn ku  ji gumanbaran Aine Lesley Davis di lêpirsinê de gotiye, "Ez Muhammed Emwazîyê bi şexsî nasnakim, lê me li heman cîhî şer kir û min navê wî wek "Johnê Cîhadparêz" bihistibû.

Li gor agahiyên ku hatine dayîn, 6 kes ji 2ê Mijdarê ve ji aliyê hêzên ewlekariyê ve dihatin şopandin.  Tê îddia kirin ku gumanbaran dixwestin ku li Enqere û  Stenbolê erişekî mezin pêk bînin. 6 gumanbar piştî lêpirsîna ewlekariyê hatin girtin.