Kurdistan24
Nivîskar
Kerry: Nêzîk veguhestinek siyasî mezin li Sûriyê dest pê dike
Wezîrê Derve yê Amerîka li Parîsê tekez dike ku, tenê çend heftî li pêş veguhestineke siyasî ya mezin li Sûriyê ne.
K24- Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Amerîka, John Kerry, ragehand ku di heftiyên bê de wê qonaxa “veguhestina siyasî” li Sûriyê dest pê bike.
Kerry di daxuyaniyekê de îro, 17ê Mijdarê, got ku “em tenê çend heftiyan dûr in ji egera destpêkirina veguhestineke mezin li Sûriyê.”
Ev daxuyaniyê Kerry piştî civîna sêyemîn li Viennayê tê, ku bi beşdariya 20 welatan tevî Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê bo dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re birêve çûbû.
Derbarê encamên civînê de, Kerry li Parîsê got: “Em tenê çend heftiya ji egera destpêkirina ceguhestinek siyasî ya mezin li Sûriyê dûr in û em dê vê proseyê berdewam bikin.”
Kerry tekez kir jî ku, ew behsa meh an nake lê behsa “heftiyan” dike.