YE piştgiriyê dide Fransayê di şerê li dijî DAIŞê de

Firokeyên Fransî li Sûriyê û Iraqê pêgehên rêxistina DAIŞ ya radîkal bombebaran dikin.

YE piştgiriyê dide Fransayê di şerê li dijî DAIŞê de
YE piştgiriyê dide Fransayê di şerê li dijî DAIŞê de

K24- Navenda Nûçeyan

Yekîtiya Eworpayê (YE) ragehdna ku dê alîkarî û hevkariya leşkerî ya pêwîst bide Fransayê di şerê wê yê li dijî DAIŞê de.

Wezîrê Bergirî yê Fransayê, Jean-Yves Le Drian, li gor destûra YEyê daxwaza alîkarî û hevkariyê ji 28 endamên wê yekîtiyê kiribû.

Derbarê wê daxwaza Parîsê de, Wezîra Derve ya YEyê Federica Mogherini got ku “YEyê bi erêkirina tevaya endaman, wê her alîkarî û piştgiriyek pêwîst bide Fransayê.”

Roja Îna borî, çend êrîşên terorîstî paytexta Frasna, Parsî, hejandin, di encamê de 129 kesan canê xwe ji dest dan û 352 kes jî birîndar in.

Rêxistina DAIŞ ya radîkal berpirsiyariya xwe li ser encamdana wan êrîşan anîbû ziman.

Niha Fransa, ku yek ji welatên bi xurtî di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî rêxistina DAIŞê de beşdar e, li pêgehên wê rêxistin yên li Sûriyê û Iraqê dide.

Lewma YEyê ragehandiye ku ew dê hemû awayên alîkrî û piştgiriyê bide Frasnayê di şerê li dijî terorê de.