Kurdistan24
Nivîskar
Serokên Iraq û Rûsyayê serdana Îranê dikin
Serokomarê Îranê, Hesen Rûhanî, vexwendineke fermî ji Putin û Mehsûm re şandiye.
K24- Navenda Nûçeyan
Balyozê Îranê li Bexdayê ragehand ku, dê Serokomarê Iraqê, Fûad Mehsûm dawiya vê mehê serdana Tehranê bike.
Balyozê Îranê, Hesen Daneyîfir îro, 17ê Mijdarê, got ku, roja 23ê Mijdarê wê Fûad Mehsûm serdana Tehranê bike.
Beriya niha jî hatibû ragehandi ku, dê Serokê Rûsyayê, Vladimir Putin di heman rojê de li Îranê be.
Serdana Mehsûm û Putin bi mebesta beşdariyê di korbenda welatên xazê hinarde dikin de ye, ku roja 23ê Mijdarê li Tehranê birêve diçe.
Çaverê ye jî ku çendîn hevdîtinên dîplomasî yên du alî di çarçoveya wê korbendê de birêve biçin, bi taybetî di navbera Tehran û Moskoyê de, ku du hevpeymanên hev ên bihêz in.