Hêza Sûryeya Demokratîk li Heleb û Idlibê jî tê

Hêza Sûryeya Demokratîk li Heleb û Idlibê bi tevlîbûna 15 yekîneyên leşkerî tê damezrandin.

Hêza Sûryeya Demokratîk li Heleb û Idlibê jî tê
Hêza Sûryeya Demokratîk li Heleb û Idlibê jî tê

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêza Sûryeya Demokratîk li Heleb û Idlibê bi tevlîbûna 15 yekîneyên leşkerî tê damezrandin.

Di daxuyaniyekê de ku li ser malperên çivakî hat belavkirin ku îro 17 Mijdarê, 15 yekîneyên leşkerî di bin navê Hêza Sûryeya Demokratîk de li Heleb û Idlibê hat damezrandin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku di 12ê Cotmeha borî de li Hesekê hat avakirin, erka wê hêzê jî rizgarkirin Hesekê û derdora wê ji çekdarên DAIŞê bi temamî, di 13 vê mehê de jî bajarokê Holê rizgar kirin.

Li gor daxuyaniyê ku ew hêza hatiye damezrandin ji van yekîneyan pêk tê, (Ceyş el-Siwar, Hêza Firqeya 30, Lîwaya Şehîdên Gundewarê Helebê, Lîwaya Eyn Calût, Lîwaya 99 Peyatî, Lîwaya el- Hemza, Lîwaya el-Qaqaa, Lîwaya Erkên Taybet 455, Lîwaya Selacîqa, Foca 102, Hêzên Eşîran li Heleb û gundewarê wê, Eniha Ekrad, YPG, YPJ)