Islamiyên radîkal dorpêça li ser Efrînê tund dikin

Li Efrînê careke din alozî di navbera Islamiyên radîkal û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de kûr dibe.

Islamiyên radîkal dorpêça li ser Efrînê tund dikin
Islamiyên radîkal dorpêça li ser Efrînê tund dikin

K24 – Efrîn  

Li Efrînê careke din alozî di navbera Islamiyên radîkal û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de kûr dibe.

Li gor peyamnêrê K24ê li Efrînê îro 17 Mijdarê, sedema wê aloziyê revandina çend basên sivîlan li ser rêya Heleb û Efrînê de ji aliyê Eniya ei-Nusra û Tevgera Ehrar el-Şam ye.

Bihandeya wan her du grûpên radîkal  bo encamdana vî karî ew e ku, çend endamên wan li cem asayişa Efrînê gitî ne, lewma dorpêça ku li ser Efrînê jî danîne, tundtir kirine.

Ji aliyê xwe ve, fermandarê YPGê li Efrînê Ferat Xelîl, di daxuyaniyekê de ragehand ku, hêza wan li gelek eniyan serkeftinin balkêş tomar kirine, lewre rêxistinên Eniya el-Nusra û Ehrar el-Şam dixwazin YPG bi pirsgirêkên din mijûl bikin.

Xelîl got jî, ku ew her  du rêxistin di bin bihaneyên cuda sivîlan digirin û Efrînê dorpêş dikin. Xelîl red kir jî ku wan ti endamên wan her du rêxistin girtibin.

Efrîn di bin desthilata Rêveberiya Xweser de ye, li ser biçûtirîn sedem ew rêxistinên Îslamî xelkê Efrînê direvînin û wê herêmê dorpêç dikin.