Ebdulbasit Seyda: Rûsya û Îran biryarên Cinêv-1 qebûl dikin

Endamê Hevpeymaniya Sûrî ya Hêzên Opozîsyonê Ebdulbasit Seyda îro 17 Mijdarê tevlî bultena K24ê bû û ragehand ku derbarê daxuyanên Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry de, tiştekî fermî tune ye.

Ebdulbasit Seyda: Rûsya û Îran biryarên Cinêv-1 qebûl dikin
Ebdulbasit Seyda: Rûsya û Îran biryarên Cinêv-1 qebûl dikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Hevpeymaniya Sûrî ya Hêzên Opozîsyonê Ebdulbasit Seyda îro 17 Mijdarê tevlî bultena K24ê bû û ragehand ku derbarê daxuyanên Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry de, tiştekî fermî tune ye. 

Seyda got jî ku heger tiştek wisa hebe, divê berî her tiştî li Erebestana Siudiyê desteyek bo çareseriya siyasî çê bibe.

Kerry di daxuyaniyekê de îro, 17ê Mijdarê, gotibû ku “em tenê çend heftiyan dûr in ji egera destpêkirina veguhestineke mezin li Sûriyê.”

Seyda got jî, tiştê baş ew e ku Rûsya û Îran di civîna Viennayê de gehêştine baweriyekê ku tiştên di Cinêv-1 de hatin qebûl dikin. 

Civîna Cinêv-1 di 30 Hezîrana 2012an de birêve çûbû, têde ”hat ku “Damezrandina Hikûmeteke Veguhêz bi desthilatên cibicîkirinê di navbera rêjîm û opozîsyonê de.”

Derbarê Hevpeymaniya Sûrî ya Hêzên Opozîsyonê de jî Seyda got ku tevî ku hinekî rola wê jar bûye lê hîn ew hêza sereke ya opozîsyonê ye, Kurd beşek in ji Hevpeymaniya Sûrî ya Hêzên Opozîsyonê ne, ti metirsî jî li ser rola wan di qonaxên bê de tune ye.