Kurdistan24
Nivîskar
Leyla Zana dîsan bi Kurdî dest bi sondxwarinê kir
Seroka Parlementoya Tirkiyê got ku sonda Zana qebûl nabe, lê wê her guh neda wan gotinan.
K24- Navenda Nûçeyan
Parlementer Kurd Leyla Zana di dema sondxwarina Parlementoya Tirkiyê de , bi Kurdî dest pê kir û ni Tirkî berdewam kir, lewma sûndxwarina wê nehat qebûlkirin.
Êvara Îro, 17 Mijdarê, di dema ku Leyla Zana cû ser dikê bi mebesta sondxwarinê di Parlementoya Tirkiyê de bi zimanê Kurdî got: “Bi hêviya aştiyê.” piştre sûnd bi zimanê Tirkî xwend, lê gotinek di deqê sondxwarinê de guhert û li şûna (Gelê Tirk yê Mezin) go: “Gelê Tirkiya yê mezin.”
Li beramberî karê Leyla Zana, Seroka pParlemenê Tirkiyê, Deniz Baykal sondxwarina wê nepejirand û ji Leyla Zana xwest ku ew sûnda xwe dûbare bike. Lêbelê Leyla Zana guh nedayê, herwiha Seroka parlementoyê got: “Çênabe gotinên Kurdî di sûndê de bêne xwendin” lewma sonda wê nehat qebûl kirin û ji Leyla xwestin careke din sond bixwe.
Derbarê sûndxwarina Leyla Zana de rojnamevanan pirs ji Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kirin lê wî got: “Tiştekî ji min wernegrin.”
Ji aliyê xwe ve Leyla Zana li tora civakî ya Twitter belav kiriye ku: “Berî ku ez sonda yasayî bixum, min got “Bi hêviya aştiyê” lewma divê sûnda min bê qebûl kirin, jiber min bi zimanê Tirkî ew sond xwend, berî sondxwarinê min gotinên Kurdî gotin.”
Leyla Zana, di 3yê Gulana 1961'ê de ji dayika xwe bûye, siyasetmedareka Kurd e ku piştî sonda qanûnî li Parlementoya Tirkiyeyê, bi Kurdî axivt û ji ber wê û ji ber bizavên wê siyasî jibo doza Kurdî li Tirkiyeyê kevt girtîgehê. Ew sembola berxwedana aştîxwaz ya Kurdan li Tirkiyeyê ye. Li sala 1995'ê, Parlamena Ewropayê xelata navdar a Saxarov da Leylayê, lê heta sala 2004'ê ew ji ber zîndanîbûna xwe neşiya wê xelatê werbigirit.