Kurdistan24
Nivîskar
Dîsan qeyikek penaberên Sûriyeyê binav dibe
Ji Bodruma Tirkiyê ber bo Yonanistanê ve diçû û 18 penaber têde bûn.
K24-Enqere
Qeyikeke din a penaberên Sûriyeyê ku ber bi Yûnanîstanê ve diçû, kîlometreyekê dûrî Girava İstanköyê a Yûnanîstanê, binav bû.
Hat ragihandin ku 18 penaberên Sûriyeyî vê sibehê, 17ê Mijdarê, bi qeyikek lastîkî, ji Bodruma Tirkiyeyê bi rê dikevin û biçin Yûnanîstanê. Lê belê gava qeyika wan nêzî Yûnanîstanê dibe, binav dibe û kesên têde di avê de werdibin.
Masîgirên dibin şahidê bûyerê, agahiyê didin tîmên Ewlehiya Peravan a Yûnanistanê.
Li ser saloxgeriya masîgiran Timên Ewlehiya Peravan 7 penaber xelas kir û gihaşt cesedi 9 kesan.
Hat ragihandin ku Penaberên hatin xelaskirin bo Nexweşxaneya İstanköy a Dewletê hatine veguhestin û bo 2 penaberên wenda jî xebatên lêgerînê hatine destpêkirin.