Kurdistan24
Nivîskar
Biden: Em dê li ser piştevaniya Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam bin
Cîgirê Serokê Amerîkayê rizgarkirina Şingalê li Serokê Herêma Kurdistanê pîroz kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Serokê Amerîkayê rizgarkirina Şingalê li Serokê Herêma Kurdistanê pîroz kir.
Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden îro 17 Mijdarê, pîrozbahiya rizgarkirina Şingalê li Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî kir û hevdem ragehand ku Amerîka ji piştevanî, hevkarî û alîkariya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam dibe.
Biden bi pêwendiyeke telefonî pîrozbahiya serkeftina hêza Pêşmergeyên Kurdistanê di operesyona azadkirina Şingalê de li Serok Masûd Barzanî kir û sersamiya xwe nîşan da hember mêxwazî, azadî û qurbanîdana Pêşmergeyan di şerê li dijî teroristan de.
Herwiha Biden dupat kir ku welatê wî li piştevanî, hevkarî û alîkariya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam dibe.